Mêjera navdêrên xwerû

Samî Tan

Mêjer yek ji kategoriyên rêzimanî ye. Têgiha “mêjer” ji hêla Mîr Celadet Bedirxan ve hatiye dariştin û bi vî awayî hatiye pênasekirin: “Di gramêrê de mêjer ew xweseriya navdêran e ko navdêr pê heybereke bi tenê an heyberine gelêr dikarin şanî bidin. Bi gotinên din mêjer yekejmarî û gelejmariya navdêran şanî me dike û em pê dizanin gelo di qisetê de qala heybereke bi tenê dikin an ji yekê bêtir. Heke navdêr heybereke bi tenê dinimîne hingê ew yekejmar e; û heke ji yekê bêtir dinimîne hingê ew gelejmar e.” (Hawar, Cild 2, r. 779) Her wiha li gorî destnîşankirina Mîr Celadet Bedirxan, di kurmancî de mêjera navdêran çend awayê têvel têne destnîşankirin anku mêjerê navdêrê “ji mêjerê lêker, tewang û veqetandekê dixuyin.”

Hejmar Yekjimar Pirjimar
1- Ev mehîn e. – Ev mehîn in.
2- Min mehîn dîtØ. – Min mehîn dîtin.
3- Ez mehînê dibînim. – Ez mehînan dibînim.
4- Ez ê ji te re mehîneke qenc peyda bikim. – Ez ê ji te re mehînine qeyc peyda bikim.
5- Ev kurêye? – Ev kurênne?
6- Mehînê xwar. – Mehînan xwar.
7- Tu vî hespî dibînî? – Tu van hespan dibînî?

Me ew mînakên li jor jî ji Hawarê (r.779) wergirtin, bi tenê ji aliyê têgih û forma pêşkêşkirinê ve hinek guhartinên biçûk tê de çêkirin. Her wekî diyar e, di mînakên rêzikên yekem û duyem de mêjer bi rêya kêşana lêkerê anku qertafên kesandinê hatine destnîşankirin. Di mînaka rêzika sêyem de mêjer bi rêya tewangê hatine nîşandan. Di mînaka çarem de mêjer bi alîkariya veqetandekên nebinavkirî hatine nîşandan. Di mînakên şeşem û heftem de mêjer bi alîkariya tewangê hatine nîşandan, lê di mînaka şeşem de biker, di ya heftem de bireser hatine tewandin. Di mînaka pêncem de mêjer hem bi rêya veqetandekê, hem jî bi alîkarîya mêjerê lêkerê hatine nîşandan.

Heta vê derê me xwest mijarê ji aliyê teorîk ve zelal bikin, anku me xwest em ta bi derziyê ve bikin. Belkî gelek kes bibêjin, te beredayî xwe westandiye, em bi van tiştan dizanin, rast e gelek kes bi van tiştan dizanin, lê belê gelekên ku bi awayekî teorîk pê dizanin jî di nav de, pir kes hene ku bi taybetî di warê mêjerê navdêrên xwerû de çewtiyan dikin. Em ê vê yekê jî bi nimûneyên ji berhemên cur bi cur nîşan bidin. Jixwe armanca vê nivîsarê jî nîşandana wan çewtiyan e.

Berî ku em mînakên di vî warî de pêşkêş bikin, em ê der barê sedema çewtîya di vî warî de çend têbîniyên xwe bibêjin. Li gorî bîr û raya min sedema çewtiyên di vî warî de, pergala cottewangê ye ku di gelek devokên kurmanciyê de serdest e.

Di pergala cottewangiyê de mêjera navdêrê her tim bi rêya tewang û veqetandekê tê nîşandan. Her wiha di vê pergalê de bireser her tim di forma tewandî de ye û dema ku kirde tewandî be jî, lêker li gorî kirdeyê tê kişandin. Ev rewş pergala nîv-ergatîfî ya kurmancîyê têk dibe. Her wekî tê zanîn di kurmanciyê de lêkerên gerguhêz ên ku li ser rayeka dema borî tên kişandin, xwedanê vê pergalê ne. Di vê pergalê de kirde tewandî, bireser xwerû ye û lêker li gorî bireserê tê kişandin. Lê di pergala cottewangiyê de yek rêzik pêpes dibin, her wekî, “Her kesî destê xwe bi serê min dixist û bi dilşewatî min maç dikirin.” (R. Elî, 2022:31) Li gorî rêzikên ergatîfiyê divê ev hevok wiha bihata sazkirin: “Her kesî destê xwe bi serê min dixist û bi dilşewatî ez maç dikirim.”

Ji bo vê yekê em çend mînakan ji pirtûka Rûbar Elî ya bi navê Spêle bidin. Ev pirtûk ji nav weşanên Nûbiharê di sala 2022yan de hatiye çapkirin. Di vê pirtûkê de gelek hevok û risteyên bi forma cottewangîyê hene, lê hinek hevok jî li gorî pergala ergatîf hatine avakirin.

Bo nimûne: Te min bi temamê hestên xwe dipêça. Te her carê ez hemêz dikirim. Ev her du hevok li pey hev hatine, her yek bi pergaleke cuda hatiye avakirin. Xuya ye ku edîtor hewl daye ku hevokan li gorî rêbaza ergatîf sererast bike, lê hemû mînakên cottewangîyê bi ber çavan neketine, hinek hatine sererastkirin, hinek jî wekî xwe mane. Di warê mêjera bireserê de ji ber vê pergalê bêserûberîyeke zêde derketiye holê. Ji bo nîşandana vê bêserûberîyê em dîsa ji heman pirtûkê mînakan bidin.

? Çima meta min bi qêrîn qulma(n) li sîngê xwe dixist? (Spêle, r.31)
? Te jî bi denge mele gelek gotinên xwe dipeyitand.
? Dengê etarê ku her çarşem di van wextan de dihat li ber derê me firaq miraqên xwe difirot û jinên taxê tev li dora xwe dicivand
? Kenekî wisa me digirt, me dikir û nedikir me nikaribû bisekinandina.

Gelo ji ber çi “sekinandin”, pirjimar e? Ne bi kirde ne jî bi bireserê re lihevkirî ye. Di vê hevokê de sê heb “me” hene, du kirde, yek jî bireser e.

? Me çayek dido bi hevdû re vexwar.
Li vir hem kirde hem jî bireser pirjimar in, lê lêker yekjimar e. Heke em van hevokan li gorî pergala ergatîf ava bikin, divê wiha bin:
? Çima meta min bi qêrîn qulm li sîngê xwe dixistin? (Spêle, r.31)
? Te jî bi dengê mele gelek gotinên xwe dipeyitandin.
? Dengê etarê ku her çarşem di van wextan de dihat li ber derê me firaq miraqên xwe difirotin û jinên taxê tev li dora xwe dicivandin
? Kenekî wisa em digirtin, me dikir û nedikir me nikaribû bisekinanda.
? Me çayek, dido bi hevdû re vexwarin.

Em çend mînakan jî ji çavkanîyên cuda bidin:

? Wî çavên xwe yên mîna bazekî, bêyî ku hîn bibe bê ka kî ye, li ser a li pêş wî sekinî gerand. (Diyariya Sersalê, O. Henry, Wer. Sîdar Jîr, r. 51)

Her wekî ji vê mînakê jî diyar e, di berhemên kesên ku bi kurmanciya cot-tewangî gihaştine de lêker her li gorî kirdeyê tê kişandin, lewma jî mêjera bireserê li ber çavan nayê girtin. Ev yek jî di demên borî de pergala ergatîfîyê têk dibe. Di vê hevokê de ji ber ku bireser “çav” in û pirjimar e, diviya lêker li gorî bireserê bihata kişandin û hevok wiha bûya:

? Wî çavên xwe yên mîna [çavên] bazekî, bêyî ku hîn bibe bê ka kî ye, li ser a li pêş wî sekinî gerandin.

Em çend mînakan jî ji pirtûka Recep Dildar a bi navê “Li Dû Xezalekê” bidin. Hema di danasîna nivîskarî de hevokeke bi vî rengî balê dikêşe:
? Xwendegehên seretayî û navendî li Amedê xwend.

Ji ber ku xwendegeh pirjimar e, divê mêjera lêkerê jî pirjimar be, anku [Nivîskarî] xwendegehên seretayî û navincî li Amedê xwendin.

Em ji heman pirtûkê (r.5) mînakekê bidin ku dawî li gotara xwe bînin;

? Wî dilê ku di quncikê xwe de ji bo te deryayên bextewariyê vedişart…

Her wekî diyar e, biresera hevokê “deryayên bextewarîyê” pirjimar e, loma jî divê hevok bi vî rengî be:

Wî dilê ku di quncikê xwe de ji bo te deryayên bextewariyê vedişartin

Wekî encam, em dikarin bibêjin ku mêjera navdêrên xwerû bi alîkariya kêşana lêkeran diyar dibe. Li gorî pergala nîv-ergatîf a kurmanciyê, lêkerên gerguhêz di dem û raweyan de ku li ser rayeka dema borî avabûne, li gorî bireserê têne kişandin. Mêjera bireserê ji mêjera lêkerê tê fehmkirin. Lê ji ber pergala cottewangîyê ku pergala ergatîf têk dibe û bandora tirkî yê ku zimanekî akûzatîf e, di warê mêjera navdêrên xwerû de aloziyan xwe nîşan dide. Çareserkirina vê aloziyê jî di warê naskirin û pêkanîna pergala ergatîf de lêhûrbûn û hişyariyekê dixwaze.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx